Pinned Tweet
cihanroj2.blogspot.com/2026/…
" ...wekî ez li xeweke şayîran bim; bi xayle û peroş, bi kelecan, bi zarûzorî, bi kêfxweşî min , welat û çem û hêlîn çêdikirin ji peyv û xayleyan...
...wekî reşebeleka şîyîra GULPEROŞ min ev lê kir û aniha,bi vî awayî, bi xwendevanên xwe re parve dikim"
Bila bimîne li vir!
Mixabin bîr, carna mîna kerengperê bû, car carna jê jî wekî welatê kavil dima li çîrokên bi sernavekî...
Ji lewre, di edebîyatê de, min her hewl da bîr bixim, hûrgulî zindî bimînin ku epîfanî wekî têgehekê her cî bibîne di nivîsevanîya me de...
Çîrok ew qas e!
1
36
1.Ji romana PERDE(2012)
“Li nêzî gundekî, kamyoneke bi bar diqulibe. Tişt bi şofêr nayê. Çi xiyar û bacanên sor hebûne li derdor belav bûne. Kesên wî gundî, bacanên sor û xîyar birine. Pîrejinek hatiye. Bacan û xiyar xistine pêşa xwe. Deng li şofêr kiriye: “Lawê min, ma îsot di
Dîrokeke şikestî, civakek ne azad a di bin înkar û bêderfetiyan de.
Gava "meşhûrek", sembolekî an jî tabû werin rexnekirin girse carna ne bi aqil, bi hestên birîndar pêşwazî dike; xem dixwe ku rexne bibe sebebê qelsîyan...
Tê fêhmkirin lê rexne hêz û bawerbûna bi xurtbûnê ye!
BIRÎNA KÛR: XAPÎNERÎ
‘Em her xapîya ne’,digotin
Biraderan, birîna kûr ew e ku merû hev bixapîne
merû xwe bixapîne
Rastî mala Xwedê ye
û
di Kurdî de, Xweda heq e
Edebîyat li hêlekê jî hem heq e hem heqîqet e
Dibêjin ne mêzekirin, dîtin e ya esas
ne gotin ferqkirin e ya hunerî
Nivîsa nû li ser blogê ye, kerem kin:
cihanroj2.blogspot.com/2026/…
MEHMED UZUN, BERKEN BEREH, ARJEN ARÎ Û SEKNEK PATOLOJÎK A DI EDEBÎYATÊ DE*
2
51
Ji nivîseke li ber dest:
Jîyanê ji ber gelek sebeban em hînî gunehpêanînê kirin, herî zêde jî me gunehê xwe bi xwe anî û em ketin hal û neçarîyên rebenî, bêkesîyê û zêmaran reng da jîyana me. Edebîyatê de hêvî û hewl ew e meriv vê serobino bike;bi qûş û taqeta gotin û îfadeyê...
1
81
"Huner bi awayekî mûcîzeyî kiryara derxistina derholeyî* ye, ne objeyek analîzên naturalîst e."
Donoghue
*Ji ber xwe de, îfadeya "açığa çıkarmak" min wekî "derxistina derholeyî" nivîsî; bila xêr û guneh bimînin li stuyê min!
1
74
Dîsa karê xwendinê kesad e lê xwendevanekî jî bes û têr e!
Kerem kin:
cihanroj2.blogspot.com/2026/…
“Mala rastîyê tune.”
Çimkî her der, her dewr û dewran mala rastîyê ye çimkî rastî mala jîyaneke xweş û azad e.
Meriv çawa dikare ji rastîyê re malekê ava bike?
Karê "piçûk" û "mezin" nîn e; sekna meriv a li kar nîşan û delîl e; mirovên bi hurmet, bi israr, bi profesyonelî nêzikahî li karên "piçûk" bikin, her kes ewî layîqî karê mezin jî dibîne çimkî a muhîm israr û profesyonelî ye; kar rêvebirin û sazkarî ye, kultura kar a bê tawîz e
KESKESORA KURDÎ
Edebîyat ber, bereket û tesediqa zimên e...
...esas bigirin şîyîra Kawa Nemir alî taybetîyên şîyîra modern ve ji a Berken Bereh, Ajen Arî û Rênas Jîyan pêşdetir û balkêştir e.
substack.com/@cihanroj1/note…
cihanroj2.blogspot.com/2026/…
Ne tenê ji alî kedeke mihteşem ve, ji alî çavkanîyên edebîyata devkî û çavkanîyên bêdawî ên derfetên Kurdî û îfadeyên Kurdî ve, ji alî xweserî, kûrbûna ruh û dîroka Kurdî ve jî ked û wêjeya Kurdên Kafkasê wekî mîrate û referans, bi gelek taybetîyên xwe cîyê mihnet û kêfxweşîyê ye
Di dosyaya Kurdên Qefqasyayê de nivîseke Têmûrê Xelîl heye; Xelîl di nivîsa xwe de behsa xebatên Kurdî yên dema Sovyetê dike.
Behsa Rêya Teze, Radyoya Rewanê, dibistan û pirtûkên Kurdî, elfabe û gelek tiştên din kiriye.
Dibêje, ev der, di pêşdabirina çand, edebiyat, dîrok û zimanê Kurdî de ji bo Kurdên Sovyet û cîhanê bûbû merkez.
Lêbelê ji ber sîstema Sovyetê û şertên wê demê Kurdan têra xwe ji hev îstifade nekirine.
Rojnameya Rêya Teze di sala 1930î de, Hawar jî li Şamê, du sal li pey wê derketiye.
Binêrin Têmûrê Xelîl, di paragrafek nivîsa xwe de, çawa behsa vê rewşa kambax kiriye:
“Ew kar li cîkî xalî, vike-vala hate kirinê. Haya me ne ji efrandinên Ehmedê Xanî, Eliyê Herîrî, ne jî ji rojnameya Kurdî ya pêşin “Kurdistan”ê hebû. Ew kêmaniyek bû. Bedirxaniyan jî karên xwe wek me dest pê kirin. Nehayadarbûna wan ji karê me û astengên ku Yekîtiya Sovyetê çêkiribûn, firsend nedan ku di destpêka çapkirina kovarên Hawar, Roja Nû, Ronahîyê de tecrûbeya me ya di hêla pêşketina zimanê Kurdî de bi kar bînin, sûd jê bigirin.”
@nubihar
LORÎYÊN TARÎYÊ
sor spî ne
zer û çeqel in tîrêj vê êvarê…
diçilwil in vê êvara bi bêhna giyayên şil
li asîman dinihêrim
wekî hêvîdar bim
ku
şewla stêrk û tîrêjên lampeyan bigihijin hev…
qey hemî stêrkan serî danîye ser sînga tarîyê
û
tarî ji wan re dilorîne…
5.11.2026
"di edebîyatê de qala hêviya afirînerî û jiyanên nû bike; bi şêwaz û zimanê xwe yê bi derfet zimanê edebîyata xwe ava bike. Zimanê mê yê lîrîzma çiyayan,bila nav bide lûtkeyên edebîyata me. Heqê gotina nivîskî bi hubra aqil û ruh,dil bidin!"
kovaradilop.net/edebiyata-ku…
"Kürt edebiyatı,kökleriyle binlerce yıl öncesine,Aryen destanlarına,Zerdüştî inançlarına ve Gilgameş’le kurduğu kadim ilişkilere uzanan güçlü bağları sayesinde Mezopotamya’nın edebiyat ve dil mirasının en ilgi çekici dallarını dünya arenasına taşıyabilir."
kovaradilop.net/modern-kurt-…
2
66
1. ALÎ TÊMAYA NAVNETEWEYÎ VE DENGBÊJÎ
Derî coş û romantîzmê, wekî heqîqetekê, bi çavekî hûr û kûr, dengbêjî di heman demê de hîkyat û çîrokên pir balkêş yên ji hûrguliyên jîyana însan in ku tê de têmayên însanetiyê/yên navnetewetiyê jî têra xwe xurt û balkêş in…
1
1
87
Evdal ji kurê xwe bêhtir ji Temo hezkirîye ku Temo hêtîm bûye. Em ji Evdal hez dikin lê pirî caran em li jiyana Temo kûr nabin ku Temo di 16-17 salîya xwe de mirîye.
Belkî em wekî hîkyat bi vî awayî li çîrokê miqate bin hê kûrtir e:
Evdalê kor- Temoyê hêtîm û qulinga baskşikestî!
4
110
Dengên gumreh, jixwebawer, têra xwe hîsdar û ew qas jî bi biryar...
Deng car carna çîrok û hîkyatên herî kûr û dûr in...




