Bayram Bozyel,Fuat Önen,Mehmet Can Azbay,Rojbin Bükün,Ali Öncü, Hasan Dağtekin,Ali Çeven û gelek kurdên din hatine girtin.Em zext û zora dewletê ya li ser Hevbendiyê şermezar dikin.
"Tên, bila bên
Her seqem an jî her pûkê
Serê her çiyê an jî serê her sûkê
Ji bo me hembêza bûkê"
Rênas Jiyan retweeted
Berî hûn min daliqînin çavên min vekin!
Ez ji we re dibêjim, çavên min vekin!
Û heger hûn mêr in
Li hundirê wan binêrin...
Em ê te ji bîr nekin...
#SeyîdRiza
15/11/1937
Biryara birêz Bafel Talabanî çewt e. Parçebûna federasyona Kurdistanê ji bo herdu partiyan û hemû kurdan karesat e. Divê PDK bi dorveger postê serokwezîrtiyê bide YNKê jî. A girîng ne partî ne, Kurdistan e; ne meqam in, kurd in. Hinekî fedakarî, hinekî nefsbiçûktî...
Rênas Jiyan retweeted
Bi çûk û mezin li mal, li kuçe , li kolanan weke viruseke kujende dizûrin bi ser termê zimanê xwe de
@renasjiyanrenas 🌼
Em ji dewletê xelatan naxwazin, em mafê xwe dixwazin: Divê kurdî bibe zimanê fermî.
#EhmedêXanî
Rênas Jiyan retweeted
Gava ez li Lazistanê li sirgûnê bûm te her hefte telefonî min dikir.
Bîna min bi kenê te derdiket ku wek qorîna qulingan bû.
Hevalê baş, birayê baş, helbestkarê baş
Arjen Arî
Tu zanî hîn jî ez bawer nakim tu miriye, erê bi Xwedê.
Li wir be, bi derekê de nere, em ê giş bên cem te.
Rênas Jiyan retweeted
Berî hûn min daliqînin çavên min vekin
Ez ji we re dibêjim çavên min vekin! ! !
Û heger hûn mêr in li hundirê wan binihêrin!
Piştî we ez daliqandim
Bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin
Serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê
Û bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin!
Ez jahr im!
Piştî ku we ez xwarim
Li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û
bicehemin! …
@renasjiyanrenas ✍🏻✍🏻✍🏻
Cegerxwîn te "ez"a kurdan ji erdê rakir
"Kî me ez?"
Te neteweperweriya kurdan ruh dayê
Te helbesta kurdan agir dayê
Kurdên ku te nas nekin û Nazim Hikmet û Ahmed Arif nas bikin bê bîr in, şîrheram in
"Kî ne ew?"
Tu tehma şîr î
Em ê ti carî te ji bîr nekin ezbenî
Spasdarî,rêzdarî
Rênas Jiyan retweeted
Civata Xwendinê ya Çîrok û Romanan, vê mehê romana Rênas Jiyan “Stêrk Dibişkivîn li Zêrzewanê” dixwîne û li ser wê dicive.
Te ji bo kurdî çi ked da Osman Sebrî,ji bo vî welatî çi derd dî.Lê kurd zimanê wan ne xema wan e, mezin biçûk bi tirkî şildim bildima wan e.Ev xezeb e,seyda.Lê meraq neke,hîn Ferat bi zimanê te diherike. Ez ê ti carî dev ji ziman û welatê te bernedim,heta mirinê seyda.
Bi rêzdarî
Gelê Rojava gelekî hêja ye, canfeda ye,
Ji keskesoran delaltir in, ji delavan zelaltir in.
Em kurd hemû pelên darekê ne,
Em kurd hemû libên simbilekî genim in.
Em pişta hev in, çavên hev in,
Gulên hev in, golên hev in...
Welatparêzê mezin,
Kurdperwerê hêja,
Bayê zozanan,
Hineya destê zeryayan,
Mehdî Zana...
Tu barana çavên me yî,
Serê miletê kurd sax be.
#MehdîZana
Havînî sibeheke hênik,
Zivistanî taveke bitîn,
Rezên mişt tirî,
Bîstanên tijî lemên pelmezin ku pez li ser dîn dibin,
Mizgeftên li ser wan kewxane,
Zeviyên li nav wan garana genimên sor
Ez ji bo te dixwazim Şengal.
Em ê ti carî êşa te ji bîr nekin
Bi rêzdarî
3 Tebax 2014
#Şengal
9 pêşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê şehîd bûn. Serê malbat û miletê kurd sax be. Dewleta Îranê kujer e. Ti rejîm, ti hêz, ti dewlet nikare rê li ber azadiya kurdan bigire.
Ey pakrewan,
Ey gewre,
Dilê te ewrê gewr e...
Tu hevalê kurdan bûyî, tu liberketiyê kurdan bûyî, li Amerîkayê tu qûçeke kurdan bûyî. Tu bi êşên kurdan re diêşiya. Bi mirina te em gelekî xemgîn in senatorê hêja Lindsey Graham. Rehma Xwedê li te be.
Ciyê te bihuşt be, ezbenî.
#LindseyGraham
Tu zilamekî baş bûyî, Kadir İnanır,
Tu sînemagerekî hêja bûyî,
Tu mirovekî durist bûyî.
Ciyê te bihuşt be, rehma Xwedê li te be.
Oxir be "Îlyas"...
Oxir be "Tatar Remezan"...
Bi eslê xwe,
Bi kurdbûna xwe,
Bi êzidîtiya xwe
Bi wêranşarbûna xwe,
Bi ruhê xwe,
Bi dîlana xwe,
Bi xwêdana eniya xwe,
Helal be ji te re, kuro!
Helal be ji xwedayê te re!
Em te pîroz dikin, birê min!
#DenizUndav























