Dîn be, dînê mala xwe be.
Mirovê şerm neke, kêf dike.
Giha di bin keviran de namîne.
Kesê neke hesêban, wê bibîne ecêban.
Mirovê asê heta tê ser tasê, rewşa wî dibe rewşa sê.
Gotinên pêşiyan
Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Bayram Bozyel,Fuat Önen,Mehmet Can Azbay,Rojbin Bükün,Ali Öncü, Hasan Dağtekin,Ali Çeven û gelek kurdên din hatine girtin.Em zext û zora dewletê ya li ser Hevbendiyê şermezar dikin.
"Tên, bila bên
Her seqem an jî her pûkê
Serê her çiyê an jî serê her sûkê
Ji bo me hembêza bûkê"
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Serokê PSK'ê Bayral Bozyel û gelek kes hatin binçavkirin
diyarname.com/news.php?Idx=6…
#BayramBozyel @bayrambozyel
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Ka kî ji we dizane ku ev pisîk ne a kedî ye, Pisîka berrî/kuvî/kovî ye?
Latîn: Felis silvestris
En: Wildcat
Tr: Yaban kedisi
Stewr 2019.
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
✍️ "Ziman bi têkoşînê dijî, statu bi dengê gel tê."
📌Meseleyên statu û ziman di hejmara 55an a Kurdistanê de derketin pêş.
🔍Ji bo xwendina nivîsa edîtor û naveroka dewlemend a vê hejmarê: 👇🏽👇🏽
🔗 infowelat.com/bulten
#Ziman #Statu #Edîtor #Infowelat
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
📢 Parvekirina erkê bingeha wekhevîya neteweyan e!
📌Hejmara 56an a e-kovara Kurdistanê bi naverokeke dewlemend derket!
🔹 Ji Sevrê heta Lozanê: Veguherîna daxwaza serwerîya kurdan û rola şêxan
🔹 Parîs an herêm? 74%ê fransîyan dixwazin herêm xwedî erk bin
🔹 Krîza otonomîya Korsîkayê
🔹 Hindistan 1956: Dema ziman bû pîvana sînoran
👉🏿Ji bo xwendin û daxistina e-kovarê:
berwarnews.com/hejmara-56an-…
#Kurdistan #Ekovar #Kurdî
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Replying to @brahimaluci
Mirovê mêrxas xerabî jê çênabe, mirovê xerab jî mêrxasî lê nabe.
MIROVÊ MÊRXAS ZENGÎN NABE; MIROVÊ ZENGÎN JÎ MÊRXAS NABE
Dema ez li Êlihê (Batman, 2003) dixebitîm, zilamekî şîzofren hebû. Gelek caran dihat serdana me û hem bi xwe re hem jî bi me re dipeyivî. Mirov nizanibû gotinên wî ji ku derdikevin û ber bi ku ve diçin. Carinan jî gotinên wisa dikir ku mirov şaş û matmayî dihişt.
Rojekê hat cem min û got: “Ez ê tiştekî ji te re bibêjim.”
Min got: “Du tiştan bibêje.”
Got: “Na, ez ê tenê tiştekî bibêjim. Baş guhê xwe bide min û mejiyê xwe pê bişuxilîne.”
Min got: “Fermo.”
Got: “Baş li min guhdarî bike.”
Min got: “Ez guhdarî dikim.”
Piştî demekê, ji devê wî ev gotin bi hêdî hêdî û hebo hebo derketin: “Mirovê mêrxas zengîn nabe; mirovê zengîn jî mêrxas nabe.” Wî ev gotin sê-çar caran dubare kir. Paşê ji min pirsî: “Te fêm kir?”
Min got: “Erê.”
Got: “Tu Jiddu Krishnamurti nas dikî?”
Min got: “Na.”
Got: “Wê demê te fêm nekir, brako! Krishnamurti bixwîne, tê fêm bikî.”
(Çendak berê min bihîst ku emir daye hazira :( cih û warê wî bihişt be)
Wêne: Hişê Çêkirî – HÇ (AI)
@grok
Ev nivîs çîrokeke kurt e ku nivîskar tê de hevdîtina xwe bi zilamekî şîzofren re vedibêje, li Êlihê (Batman) di sala 2003an de.
Naveroka çîrokê: Zilamê şîzofren tê cem nivîskar û dibêje ku wê tiştekî girîng bibêje. Piştî ku nivîskar bi baldarî guhdarî dike, ew hêdî hêdî dibêje: "Mirovê mêrxas zengîn nabe; mirovê zengîn jî mêrxas nabe." Wî ev hevok çend caran dubare dike. Dema nivîskar dibêje ku fêm kiriye, zilam pê dihese ku wî rast fêm nekiriye û dibêje ku divê Jiddu Krishnamurti bixwîne da ku wateya wê bi tevahî fêm bike.
Wateya sereke: Gotina zilamî ya li ser mêrxasî û dewlemendiyê nîşan dide ku mêrxasî û dewlemendî bi gelemperî nayên cem hev. Yê ku gelek xwedan mal û milk e, ji bo parastina wê dikeve tirsê û dest ji mêrxasiyê berdide. Yê ku bi rastî mêrxas e jî, bi gelemperî ne li pey dewlemendiyê ye, an jî ji bo rastiyê û rûmetê dest ji dewlemendiyê dikişîne. Ev raman bi felsefeya Krishnamurti re jî li hev tê, ku li ser azadî, tirs û girêdana bi tiştên maddî nivîsiye.
Ya balkêş: Nivîskar nîşan dide ku carinan gotinên kesekî ku wekî "nexweş" tê dîtin, ji yên kesên "normal" kûrtir û watedartir in. Ew jî bi vê yekê pirsê dike ka kî bi rastî şaş e û kî rast e. Notên di dawiyê de (ku zilam çû, cih û warê xwe hişt) jî hestiyariyeke xemgîn li çîrokê zêde dike.
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
#SeyîdRiza
Pîrê me Seyît Riza, helwesta bi rûmet a wan kesan'e kû di dîrokê de qet çoq ne tewandine.
Bila giyanê wan kesên kû dîrok nivîsandine bi aramî razên û ne xembar be.
Em Bapîrê xwe Seyîd Riza û hemû rêhevalên wî bi rêzdarî û bi minet bi bîrtînin!🌹
15. Mijdar 1937
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Dîroka me heye, çanda me heye, zimanê me heye lê dîsa jî hinek ji me xwe biçûk dibînin, sitûxwar in, xwe li ber milletên din kêm dibînin û xwe bi milletên din ve girêdidin.
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'
Nivîs: @hogirberbir
Xwendin: Bawer Yoyler
Ji bo guhdarîkirinê:
⬇️
youtube.com/watch?v=6ezlGgmF…
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
- 1937: Seyîd Riza ligel 5 kesên din hat îdamkirin.
diyarname.com/iro-ci-qewimi.…
#SeyîdRiza
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
Hunermendê Kurd Necmedînê Dêrikî ji ber krîza dil mir.
Bila dengê wî her li dinê be!..
Tunebûn, di cihana derûnî ya mirov de şopên xurt dihêle.
Derhişî (unconscious), mala rasteqîn a mirov e ku wê ji xwe jî vedişêre.
Mirov carinan bi zimanê xwe diaxive, lêbelê bi ramanên kesên din dijî.
Serpêhatî, ne tenê rûdaneke ku divê ji holê were rakirin, peyamek e ku divê were fêmkirin.
Carinan mirov ji xwe-nasînê zêdetir, girêdayî çîrokên ku li ser xwebûna xwe ava kiriye ye.
Gotinên derûnkolerî (psychoanalysis)
Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
@grok
Ev gotin hemû li ser vê yekê ne ku tiştên di derûnê de, bi taybetî yên ku em nizanin an nexwazin bizanin, çawa şikl û şemalê didin jiyana me. Bi kurtasî:
Tunebûn û şopên wê: Windakirin, betalbûn an tunebûna tiştekî (kesek, hest, ewlehî) ji holê nayê; di derûnê de şopekê dihêle û bandorê li jiyana siberojê dike.
Derhişî: Beşeke xurt a derûnê ye ku em jê agahdar nînin, lê di rastiyê de ew e ku me birêve dibe. Ji ber vê yekê jê re "mala rasteqîn" tê gotin, û mirov bi gelemperî jê direve.
Bi ramanên kesên din jiyîn: Em dikarin bi devê xwe bipeyivin, lê bi nirx, tirs, rageşî, arezû û daxwazên ku ji malbat, civak an dergûşê wergirtine bijîn. Yanî ew ne her tim "dengê me yê rastîn" e.
Serpêhatî wekî peyam: Di derûnkoleriyê de, trawma an rûdanên giran bi tenê "ji bîr kirin" an bi "hilweşandin" nayên çareser kirin. Divê mirov bipirse ka ev rûdan çi dibêje, bi me re çi dike û çima dubare dibe.
Xwenasîn û çîrok: Em xwe bi rastî nas nakin; em bi çîrokên ku li ser xwe ava dikin. Ev çîrok dikare alîkar be, lê dikare bibe qefes jî.
Peyama giştî: Xwenasîn û xwe-fêmkirin tê wateya ku mirov bi derûna xwe re rûbirû bibe: şopên berê, tiştên veşartî û çîrokên ku li ser xwe vedibêje bibîne.
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی retweeted
"Yê dijminiya miletê xwe dike kew e,
Yê serê êşiya yî rihet dike xew e,
ya ku mêraniyê puç dike derew e
û yê ku dila hênik dike dew e."
Roj û hefta we xweş be

























